Ji zozanên li Mûşê vegera koçeran dest pê kir

Ji zozanên li Mûşê vegera koçeran dest pê kir

Koçerên ji bajarên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ku pez û dewarên xwe biribûn zozanên Mûşê bi sarbûna dinyayê ra dest bi vegerê kirin.

Koçerên ku berî 5 mehan li zozanên Qozmê, Şên û Şerafetînê kon vegirtibûn hêdî hêdî vedigerin gundên xwe.

Di vegera bi rojan dewam dike da koçer bi şev ji bo behndayîn û razanê konên xwe vedigirin û nava rojê jî bi qasî 5 kîlometreyan rê diçin.

Ji xwediyên pez Erdal Çetînbaş daxuyanî da û got ku herêm ji bo xwedîkirina pez cihekî baş e û ji ber vê jî ew tên zozanên Mûşê û wiha domand: "Em debara xwe bi heywandariyê dikin. Avhewaya vê derê çêtir e. Şîr û penêrê me bi tehm dibe. Em li vê derê şîr û penêrê derdikeve jî difiroşin. Bi sarbûna dinyayê ra me jî dest bi vegerê kir. Rêwîtiya me wê bi qasî mehekê dewam bike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE