Li Gewaşa navçeya Wanê jinên bi alîkariya dewletê madakan xwedî dikin bi firotina şîr, penêr, rûn û to hildidin zarokên xwe didin xwendin.
Jinên ku li Gorunduya gundê Gewaşê çandinî û heywandariyê dikin 6 sal berê bi projeya ku Wezareta Çandinî û Daristanê da destpêkirin 20 madak kirîn.
Ji ber ku cotkar bi kar û barên curbecur yên cotkariyê dikin jinan xwedîkirina madakan ji mêran hildan û dest bi xwedîkirina madakan kirin.
Jin ber destê sibehê madakên xwe li çêre û sazlixan diçêrînin û êvarê jî gava dikin tewleyê madakên xwe didoşin û bi şîrê wan penêr, rûn û to çêdikin.
Jinên ku bizayînê hejmara madakên xwe derxistine 34an dixwazin çêwlika madakan vedin û hewl didin ku siparişên ji wan ra tên bişînin.
Ayşe Tarhana ku 6 zarokên wê hene û madakan xwedî dike got ku em û cînarên xwe alî hev dikin.
Tarhanê diyar kir ku serê sibehê madakên xwe berdidin çolê û li sazlixê diçêrînin û got ku kurek û 5 keçikên min hene, ji bona wan bidin xwendin çi ji destê min were dikim.
Ayşe Tarhanê got ku 3 zarokên wê hê jî dixwînin.
Muhsîne Kizilaslana ku 3 jê keçik 5 zarokên wê hene destnîşan kir debara malbata xwe dikin û wiha axivî, "Ji bona madakên me kêm in em nikarin siparişên tên çêkin. Em rojê 6 litre şîr hildidin."
Kizilaslanê diyar kir bi saya xwedîkirina madakan zarokên xwe daye xwendin û got ku em dixwazin hejmara heywanan zêde bikin û hê zêde penêr, rûn û to hildin.
Mixtarê gund Yavuz Yîgit jî diyar kir 20 madakên ku bi alîkariya dewletê hatin hildan feydeyeke mezin didin debara malbatan û got ku em dixwazin ku alîkarî hê zêde be.
AA