Jina kedkar û xebatkar

Sevda Vargün firûna hevserê xwe yê Şaredar dixebitîne

Jina kedkar û xebatkar

Ömer Vargün bû Şaredarê Daxpinara bajaroka Dîgora Qersê û firûna wî ji jina wî Sevda Vargünê re ma. Xanima şaredar îro him di firûnê de dixebite him jî li bal xwe 2 kesên din dişixulîne.

Ewil di makîneyê de hevîr dike, paşî şiklê nan dide girêkên hevîr herî dawî jî di firûnê de dipijîne.

Ev dîmen ji Daxpinara bajaroka Dîgorê ya navçeya Qersê ne.

Şaredarê niha Ömer Vargün beriya ku bibe şaredar bi salan firûn da xebitandin.

Lê niha firûna wî ji hevsera wî Sevda Vargünê re ma.

Seydayê him ji bo debara mala xwe him jî ji bo kesên li cem wê dixebitin ket nav xebatê.

Welatiyên bajarokê jî ji ked û xebata Sevdayê qayîl in.

Dîroka nûkirinê: 17 îlon 2019, 11:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE