Şaredariya Elbaka Wanê, ji bo jinên navçeyê bernameya geşt û gerê amade kir. 45 jin ji bo 3 rojan, birin herêmê. Jinan li Batman, Amed, Riha û Mêrdînê li cihên dîrokî û turîstîk geriyan.
Şaredariya Elbaka Wanê, ji bo jinên navçeyê bernameya geşt û gerê amade kir. Şaredariyê, 45 jinên navçeyê ji bo 3 rojan birin bajarên herêmê û li cihên dîrokî û turîstîk gerandin.
Jin di çarçoveya bernameyê de pêşî çûn ser Tirba Weysel Qeranî. Dia û îbadetên xwe kirin. Jin, li Rihayê jî pêşî li Gola Xelîlurehman geriyan; pişt re jî tevlî bernameya şevbuherkê bûn, bi hev re govend gerandin.
Her wiha li Heskîfa Batmanê jî li cihên dîrokî geriyan. Bi hev re wêne girtin.