Li Îdirê jineke 85 salî ya ku nexweşiya KOAHê pê ra heye bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ket, lê piştî tedawiyê baş bû.
Seriye Surguna li Îdirê dijî 85 salî ye û nexweşiya KOAHê bi wê ra heye.
Surgun demek berê nexweş ket û wê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.
Li nexweşxaneyê testa wê ya vîrusa koronayê pozîtîf derket û doxtoran ew li nexweşxaneyê razandin.
Piştî tedawiya wê xelas bû Surgun ji şewba vîrusa koronayê filitî, bi çepikên doxtor û hemşîreyan va ji nexweşxaneyê derket.
- "Em pir kêfxweş in ku tu baş bûyî"
Serhekîm Raşît Îlhan kullîlk dan Surgunê û şîret dan wê ku ew baş li xwe miqate be û car din nexweş nekeve.
Îlhan bi Surgunê ra axivî û wiha got: "Xwedê we ji serê me kêm neke. Xwedê sihetê bide. Wek Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê em te bi sihetî taburcî dikin û paşê dixwazin hûn bên em şêrinayiyê bixwin. Em pir kêfxweş in ku tu baş bûyî."
- "Xwedê we ji serê me kêm neke"
Seriye Surgunê jî kêfxweşiya xwe anî ziman, spasiya doxtor û hemşireyan kir û wiha axivî: "Xwedê we ji serê me kêm neke. Xwedê rojên xweş û dirêj bide we. Ez ji Tirkiyeya me ra başî û xweşiyê dixwazim. Ez ji doxtoran pir razî me. Xwedê doxtorên me bihêle. Sed hezar caran spas dikim. Doxtor nebin em jî nabin. Bi min ra pir eleqedar bûn, ez spasiya gişkan dikim. Sihet û silametiyê dixwazim. Xwedê doxtorên me hê baştir bike, aqlekî baş, hêvî û xweşiyê bide wan."
AA