Jinên Elezîzê ji tiriyê negihayî "ava quriyê" çêdikin

Projeya "Şîfaya ku ji Harsimê tê" ji hêla Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Elezîzê va tê meşandin. 

Jinên Elezîzê ji tiriyê negihayî "ava quriyê" çêdikin

Li Elezîzê ava qoriyê ya ku ji tiriyê negihayî tê çêkirin 30 jinên li herêmê dijîn kirin xwedî kar. 

Projeya "Şîfaya ku ji Harsimê tê" ji hêla Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Elezîzê va tê meşandin. 

Bi saya projeya ku li Sun û Muratçika gundên li ser navendê ne hat sepandin 30 jinên gundî bûn xwedî kar. 

Di çarçoveyê projeyê da dewletê ji jinan re makîne û melzeme şandin. 

Jinan bi saya ekîpman û makîneyan li gund atolyeyek ava kirin û dest bi xebatê kirin. 

Jin tiriyê negihayî (harsim) ewil ji bexçeyan kom dikin. Paşê van tiriyên negihayî diavêjin makîneyan û perçe dikin. Piştî givaştin, bêhnvedanê ava quriyê tijî şûşeyan dikin. 

Ava qurî paşê dişînin laboratuarê û li vir ji sterîlîzasyonê derbas dibe û ji bo firotinê êdî amade dibe. 

"Em ê ava quriyê ji Elezîzê bişînine hemû sifreyan welat"

Midûrê Çandinî û Daristanê ya Bajarê Elezîzê Turan Karahan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi saya vê karî gelek jinên Elezîzî debara malên xwe dikin. 

Karahan got ku ji çar aliyê welêt ji bo ava tiriyê negihayî eleqeyeke mezin heye û wiha axivî: "Me xwest ev proje bila li ser îstîxdamkirina jinan be. Em ê vê projeyê li hemû gundên ku tirî lê çêdibe belav bikin. Tehma ava qurî (tiriyê negihayî) gelekî xweş e. Em ê vê tehma xweş ji Elezîzê bişînine hemû sifreyên welat."

Ji jinan Hatîce Metînê ji ber projeyê spasiya rayedaran kir û wiha got: "Em berê li malê vala rûdiniştin. Karekî me tune bû. Dewleta me îmkanek da me û em bûn xwedî kar. Bi saya projeyê em hem dixebitin û hem jî debara mala xwe dikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Tebax 2019, 17:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE