Jinên ji Bingölê nahêlin ku xalîçeyên tevnê werin jibîrkirin

Alîkarê Midûrê Navenda Perwerdeya Gel a Solhanê Ferhat Sonmez daxuyanî diyar kir, ew ji bo ku ji jinan ra qadeke çalakiyên civakî vekin û jin bikaribin piştgiriyê bidin aboriya mala xwe, wan kursên cuda cuda vekirin û gelek kes beşdarî van kursan bûn.

Jinên ji Bingölê nahêlin ku xalîçeyên tevnê werin jibîrkirin

 Li Solhana navçeya  Bingölê jin li hember teknolojiya ku pêş dikeve berxwedanê didin ku xalîçeyên tevnê neyên jibîrkirin.

Li Solhanê xalîçeyên herêmî ku li herêmê mîrateyeke çandî ya girîng e, bi boyaxa kokedaran û tayê rîs tê çêkirin.

Çêkirina van xalîçeyan bi mehan dewam dike û jin nahêlin ku were jibîrkirin û tevna xalîçeyan li Navenda Perwerdeya Gel a Solhanê li dar dixin.

Ji ber ku zêde kes eleqeyê nîşanî van xalîçeyan nadin, jin bi têra xwe pere jê qezenc nakin, lê bi alav û amûrên ku Navenda Perwerdeya Gel ji wan ra peyda dike va van xalîçeyan çêdikin.

Li ser xalîçeyan motîfên weke "Anadolu", "avşar", "ejder", "çengel" û "şe" tên neqişandin.

Alîkarê Midûrê Navenda Perwerdeya Gel a Solhanê Ferhat Sonmez daxuyanî diyar kir, ew ji bo ku ji jinan ra qadeke çalakiyên civakî vekin û jin bikaribin piştgiriyê bidin aboriya mala xwe, wan kursên cuda cuda vekirin û gelek kes beşdarî van kursan bûn.

Sonmez daxuyand, li Bingölê kursa çêkirina xalîçeyên herêmî tenê li navçeyê heye û wiha dewam kir, "Xalîçeyên ku tên çêkirin, gelekî tên ecibandin. Em qelek caran bi rêya Qaymeqamtiyê van xalîçeyan dişînin bajarên Enqere, Stenbolê û gelek welatên weke Almanyayê."

Remziye Îlçiya beşdarvana kursê jî got ku 10 sal e ew xalîçeyan çêdike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE