Jinên muteşebîs ên Tetwanî

Bi hev re xwarinên malê çêdikin û difiroşin.

Jinên muteşebîs ên Tetwanî

Li Tetwanê 7 jinên muteşebîs dest dan hev û loqanteya xwarinên malê vekirin. Jinên ku ji xeynî sîparîşan xwarinên cûrbicûr çêdikin, bi vî awayî him debara xwe dikin, him jî çanda xwarinê ya herêma xwe didomînin.

7 jinên muteşebîs ên Tetwanî şûna li malê rûnin, dest dan hev û loqanteya xwarinên malê vekirin.

Jinên ku berdestê sibê dest bi çêkirina xwarinan dikin, heta êvarê bênavber dixebitin û bi xwarinên cûrbicûr xizmetê didin mişteriyan.

Mişteriyên loqanteyê jî qet kêm nabin.

Bi taybetî jî esnafên derdorê tevî xebatkarên xwe tên vir û bi dilekî rehet xwarinê dixwin.

Jinên ku bi vî karî alîkariyê didin debara mala xwe, di heman wextê de ji bo berdewamiya çanda xwarinê ya herêmê jî kedeke mezin nîşan didin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE