Jinên Sakaryayî dilê zarokên Diyarbekirî xweş kirin

Li Kaynarcaya navçeya Sakaryayê di çarçoveya bernameya "Bila Zarok Necemidin" da 300 kum, stûmal û lepikên ji hêla jinan va hatin çêkirin şandin Dibistana Koruyê ya li Dîcleya navçeya Diyarbekirê.

Jinên Sakaryayî dilê zarokên Diyarbekirî xweş kirin

Bi hevkariya Şaredariya Kaynarcayê, Navenda Perwerdeya Gel a Kaynarcayê û Şanoya Şaredariya Kaynarcayê xwendekarên kursên perspektîf û dramayê xebatek hat destpêkirin.

Jinên diçin kursê û xwendekaran 300 kum, stûmal û lepik çêkirin û şandin Dibistana Koruyê ya li Dîcleya navçeya Diyarbekirê.

- "Hezkirina dayikê ji wan ra dişînin"

Şaredarê Kaynarcayê Murat Keflî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand bi saya vê bernameyê rojhilat û rojavayê welêt wê bibe yek û wiha axivî: "Zivistanê hindik be jî alîkariya zarokan baş e. Jinên me hezkirina dayikê ji wan ra dişînin, zarokên me jî hezkirina xwîşk û biratiyê ji wan ra dişînin."

Midûrê Navenda Perwerdeya Gel a Kaynarcayê Ayhan Alikçi jî got di sala 1986an da wî li Diyarbekirê dest bi mamostetiyê kiriye, niha ew ji Kaynarcayê ji zarokan ra van tiştan dişînin ku ew ji ber vê kêfxweş e.

Mamosteya Kursa Navenda Perwerdeya Gel a Kaynarcayê Suzan Tufanê jî got wan ta daye dayik û dapiran, jinan jî 300 kum, stûmal û lepik çêkirine û wiha axivî: "Dema ew diçin dibistanê heke zarok wan li xwe bikin û bi kar bînin ev ji bo me kêfxweşiyeke mezin e."

Xwendekar Banu Canê jî got navçeya Dîcleyê cihekî pir sar e, wan xwestiye alîkariya xwîşk û birayên xwe bikin.

Ebru Tunçaya li Dîcleyê mamoste ye jî got ew ji ber vê piştgiriyê pir kêfxweş in, lewra bi saya van tiştan rûyê zarokan dikene.

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Adar 2020, 01:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE