Jinên Sûriyeyî bi saya ber û berhemên destan êtîmên xwe xwedî dikin

Li Îdlibê 20 jinên mêrên wan di êrîşên rejima Esed da mirine di atolyeyên bi xwe vekirine da xalîçe, ber û berhemên xweşik çêdikin û wisa debara mala xwe dikin

Jinên Sûriyeyî bi saya ber û berhemên destan êtîmên xwe xwedî dikin

Li Îdliba bajarê Sûriyeyê 20 jinên ku mêrên wan di êrîşên rejima Esed da mirine di atolyeyên bi xwe vekirine da xalîçe, ber û berhemên xweşik çêdikin.

Dayikên zarokên wan êtîm mane ewil perwerdeya çêkirina van alavan bûn û paşê bi alikariya xêrxazan ji xwe ra atolye vekirin.

Jinên di van atolyeyan da alavan çêdikin bi saya van debara mala xwe dikin.

Sancaxa Osmaniyan a ku jin çê dikin jî balê dikşîne.

Um Hesen Lazkaniya berpirsyarê atolyeyê û dayika 3 zarokan e got ew bi tevahî hewl didin debara xwe bikin û wiha axivî: "Dema şerê navxweyî dest pê kir ez, mêrê min û zarok em li Lazkiyeyê bûn. Di êrîşên rejima Sûriyeyê da mêrê min mir. Paşê ez bi 3 zarokên xwe va hatim Îdlibê."

Lazkanî got beriya atolyayê ÎHHyê alîkariya wan dikir, lê niha ew bi saya vî karî debara xwe dike.

Faten Kurabiya ji Helebê ye jî got mêrê wê di êrîşan da miriye, ew li Heleba hatiye dorpêçkirin asê mane û paşê ew hatine Îdlibê.

Kurabî anî ziman demek dirêj ew bi saya alîkariyan li ser piyan mane, lê niha ew bi xwe debara xwe dike û got Xwedî ji her kesê ku piştgiriyê dide wan razî bibe.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Çile 2019, 18:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE