Jiyana bîçervanan

Ji bo debara xwe her sal nêzî 3 mehan ji mala xwe bi dûr dikevin

Jiyana bîçervanan

Her sal ji bo çinîna ceh û genim bi rê dikevin û diçin bajarên derdorê... Bîçervan ji bo debara xwe nêzî 3 mehan ji mala xwe dûr dimînin, ew di romorkên traktoran de radibin û rûdinin. Niha em ê berê xwe bidin jiyana bîçervanan.

Her sal ji bo debara mala xwe bi rê dikevin û diçin bajarên cûda.

Ev der bajarê Mûşê ye.

Nêzî 20 bîçervan ji bo çinînana ceh û genim ji Amedê hatin deşta Mûşê.

Ew nêzî 3 mehan ji malê dûr dimînin.

Xwarinên xwe bi xwe çêdikin.

Di romorkên traktoran de ji xwe re cih çêkirine û li wir radikevin.

Dema bû êvar jî bi hev re him şîvê dixwin him jî kilaman dibêjin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE