Jiyana di nava sir, seqem û berfê de

Li Karsê germahî 10 derece ket binê sifirê, heywanên kovî birçî man.

Jiyana di nava sir, seqem û berfê de

Bajarê Karsê, navenda sermayê, cihê berf û qeşayê ye. Li bajêr germahî nêzî 10 pile daket binê sifirê. ji ber serma û berfê him welatî gelek zehmetiyê dikişînin him heywanên kovî birçî dimînin. Li navçeya Selîmê jî du leglegên mizgîniya biharê hatin dîtin.

Li Karsê jiyana di nava sir û seqemê de gelek zor û zehmet e.

Him welatiyên bajêr, him jî heywanên kovî yên li herêmê hînî sermayê bûne.

Lê hêj jî hin heywan di nava berf û qeşayê de nizanin wê çawa bikin.

Du leglegên sembola biharê jî beriya wextê wê li ber cobareke navçeya Selimê danîne.

Lê ji halê wan wisa tê fêmkirin ku ji ber rewşa herêmê şaşo maşo bûne û nizanin wê çawa bikin.

Îsal herêma Karsê gelekserma ye.Germahî bi şev nêzî 10 derece dadikeve binê sifirê û gelek av qeşayê digirin.

Ji ber vê jî jiyana li herêmê ji bo hemû zindiyan zor û zehmet e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE