Jiyana malbatê ji ber fişekekê serobin bû

Fişeka ji Sûriyê hat li serê Harunê 10 salî ket, rewşa zarokê biçûk gelek ne baş e.

Jiyana malbatê ji ber fişekekê serobin bû

Li Serêkaniya Rihayê, beriya 7-8 mehan ji alıyê Sûriyê berikek hat û li Taxa Bahçelievlerê li serê zarokê 10 salî harûn çiçek ket. Harûnê biçûk ji ber fîşekê felç bû û niha di nava ciyan de di rewşeke gelek ne baş de ye.

Ji aliyê Sûriyê hin caran fişek dikevin navçeya Serêkaniya Rihayê. Yek ji wan fîşekan beriya 8 mehan hat li û serê zarokekî 10 salî ket.

Di ser bûyerê re 7-8 meh derbas bûn. Lê belê hê jî rewşa Harûnê reben gelek xirab e.

Niha Harûnê biçûk ji ber fîşekê felç bûye û di nava ciyan de ye.

Piştî bûyerê Îbrahimê bavê Harûn ji karê xwe bû û niha debara malbatê bi alîkariya cîranan dibe.

Cîranên wan dixwazin ku rayedarên dewletê bilez alîkariyê bidin malbatê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE