Kî li deriyên wan bixe, bê nan û av nayê venagere. Li Kızıltepeya Mardînê malbatekê li ser deriyê xwe nivîsiye “heke tu tî an jî birçî bî bê şerm û fedî li deriyê me bixe.”
Dît ku dema rêwî di ber mala wan re derbas dibin, fedî dikin ku avê bixwazin.
Emin Gökçenê 20 salî çû xeber da malbata xwe û got: “em li ser derî tiştekî binivisînin da ku tu kes fedî neke.”
Li Kızıltepeya Mardînê, kesên tî û birçî dema ku ji ber vî deriyi re derbas dibin kêfxweş dibin.
Malbata Gökçen hema kî li deriyê wan bide av an jî xwarinê îkramî wan dikin.