Li Agiriyê di meha Remezanê da kadeyên zêde tên xwarin, sifreyên paşîvê dixemilînin.
Ji ber ku nahêle mirov zû bi zû birçî bibe li bajêr welatî meha Remezanê kadeyên bimirtoxe zêdetir dixwin.
Nanpêjên bajêr ji bo ku siparîşên welatiyan bigihînin pir dixebitin û heta wisa ku hin caran bi kargoyê va kadeyan dişînin bajarên din jî.
- Di meha Remezanê da zêde tên xwarin
Nanpêj Osman Malay ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew maske û lepikan va kadeyan çêdikin û wiha axivî: "Em kadeyan hez dikin. Ji bo me ew wek mîrateke ku ji kal û bavan maye ye. Em di meha Remezanê da zêdetir dixwin. Wekî din di taştê da jî tê xwarin. Ji ber ku tê da mirtoxe heye nahêle mirov zû birçî be. Qewetê dide mirovan û bedena ku heta êvarê birçî dimîne baş diparêze. Em rojê 600 kadeyan çêdikin."
Nanpêj Yusuf Tahtali jî got ji ber ku kade zêde tên firotin ew heta êvarê dixebitin ku wan bigîhinin.
Welatî Mahmut Kalkan jî anî ziman di salên dawîn da kade di firinan da tên çêkirin û ew di paşîvê da kadeyan dixwin.
AA