Kahta firingiyên serayê îxracî derwelat dike

Salê nêzî 500 ton fringî difiroşe welatên wek Elmanya, Rûsya û Iraqê...

Kahta firingiyên serayê îxracî derwelat dike

Miteşebîsekî Kahtaya Adiyamanê beriya 7 salan bi piştgiriya dewletê ji xwe re serayeke sebzeyan ava kir. Miteşebîs İrfan Türker 2-3 salên ewil sebzeyên xwe şandin bajarên Türkiyeyê. Lê êdî sebzeyên seraya xwe dişîne heta welatên wek Elmanya, Rûsya, Iraq û Ukryanayê.

Fringiyên sor û delal in lê qurmê wan ne di axê de ye. Ev der serayeke li Kahtaya Adıyamanê ye.

Miteşebîs İrfan Türker di sala 2014an de ji bo çandiniya bêax serî li dewletê da. Dewletê jî projeya serayê qebûl kir û hîbe dayê. Türker paşê ji xwe re serayeke mezin ava kir û dest bi çandiniya sebzeyan kir.

Ji hingê û vir ve her sal karê xwe mezin dike û çi qas diçe li navçeyê zêdetir kes ji projeya serayê fêde dibînin. Türker berê firingiyan tenê dişand bajarên din, lê niha li gorî siparîşê dişîne welatên din jî.

Türker got, ‘’Me berê firingiyên xwe dişandin piyaseyên van bajaran. Lê êdî em li gorî siparîşê fringiyên xwe dişînin welatên wek Elmanya, Rûsya û Iraqê jî.”

Miteşebîsê ciwan dibêje ku ez salê nêzî 500 ton frengiyan îxrac dikim û dixwazim karê xwe mezintir bikim.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE