Kalikê 77 salî di vî emrê xwe da hînî xwendina Qur'anê bû

Ji bo ku xwendina wî pêşva here Karakaya hewleke mezin dide û dibêje ji bo fêrbûnê temen ne girîng e.

Kalikê 77 salî di vî emrê xwe da hînî xwendina Qur'anê bû

Li Şanliurfayê Mustafa Karakayayê 77 salî yê ku di zarokatiyê da fêrbûna Qur'ana Pîroz nîvco hiştîbû bi saya perwerdeya ku hilda fêrî xwendina Qur'anê bû.

Mustafa Karakayayê bavê 4 zarokan e û li navçeya Xelîliyeyê dijî ji ber ku hê 10 salî bûye dest bi xebatê kiriye dev ji fêrbûna Qur'anê berdaye, lê piştî vî emrî bi zarok û ciwanan ra fêrî xwendina Qur'anê bûye.

Ji bo ku xwendina wî pêşva here Karakaya hewleke mezin dide û dibêje ji bo fêrbûnê temen ne girîng e.

Karakayayê jê ra dibêjin "kalikê xwendekaran" daxuyand ji ber ku aboriya malbata wî nebaş bûye wî dest bi solfiroşiyê kiriye û wiha axivî: "Min pir dixwest ez fêrî xwendina Qur'anê bim, lê nebû. Niha şikir ez fêr bûm, him jî bi tecwîdê dixwînim û xitman derdixim. Ez ji her kesî ra pêşniyaz dikim. Ciwan bila wextê xwe bi karên vala ra derbas nekin, fêrî dînê me bin. Temenê min mezin bû, lê dîsa jî ez fêr bûm û hê jî fêr dibim. Ez her roj Qur'anê dixwînim."

Cehd û bi biryariya wî ji ciwanan ra dibe mînak

Perwerdekara qursa Qur'anê Zeynep Akbaşê jî got her çiqas temenê Mustafa Karakaya mezin be jî wî cehd kir û fêrî Qur'anê bû.

Akbaşê wiha got: "Apê Mustafa zarokên xwe mezin kirine, 50 sal solfiroşî kiriye. Piştî teqawîdbûnê li jina xwe ya felc miqate bûye. Piştî jina wî wefat kiriye jî ji bo xeyala xwe pêk bîne hat vir û dest bi qursa Qur'anê kir. Apê Mustafa nabêje havîn û zivistan tê qursa me. Havînê jî tê qursê. Apê Mustafa niha bi tecwîdê Qur'anê dixwîne. Xitman derdixe. Bi cehda xwe va ji her kesî ra dibe mînak."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE