Halîl Bozkurtê 75 salî yê li Mazgîrta navçeya Tunceliyê dijî di zaroktiya xwe hînî çêkirina dîzan bû û ligel emrê xwe hê bi dilhezî heman karî didomîne.
Bozkurtê li bajaroka Akpazarê dijî û di zaroktiya xwe da meslek hîn bû piştî ku bû hoste kêmzêde 50 sal e li ser dezgeha xwe karê xwe didomîne.
Bozkurtê şeveqê zû radibe û diçe dezgeha xwe beriya dest bi kar bike axa ku ew ê têxe herî bi çakûç va hûr dike, li bêjingê dixe.
Bozkurt axa hûr bi avê hasil dike, derbasî ser dezgehê xwe dibe, bi ligê xwe torneyê dizivirîne û bi destan jî şikil dide heriyê.
Bozkurt dîz, dîzik, meşk û kûzên avê yên çêdike qasî demekê hişk dike û paşê diavêje firinê ku saxlem bibin.
Bozkurtê bi ked û hostetiya xwe tê teqdîrkirin amûrên xwe difroşe Elezîz û bajarên din.
Halîl Bozkurtê hosteyê dîzan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi kêfxweşî û hezkirin meslekê xwe didomîne.
Bozkurtê destnîşan kir ku beşdarî Herekata Aştiyê ya Qibrîsê jî bûye di pola sisêyan a dibistana seretayî da hînî çêkirina dîzan bûye.
Bozkurt got berê eleqeyeke mezin nîşanî dîz û kuzên Akpazarê didan û wiha pê da çû: "Di piçûktiya xwe da li cem Mihemed Hoste hînî vî karî bûm. Dema min li cem hosteyê xwe dest bi xebatê kir qasî 7 salan bi tenê av kişand û dikan paqij kir."
- "Ji 16 hosteyan bi tenê ez mam"
Bozkurt diyar kir ku bi pêşketina teknolojiyê dîzkarî kêm bû û wiha axivî: "Me berê berhemên xwe difrotin Erzincan, Tuncelî û Elezîzê. Li Akpazarê 18 hosteyên dîz û kuzan hebûn, bi tenê ez mam."
Bozkurt got her ax li ber germa firinê teyax nade û jê dîz çênabe û wiha pê da çû:
Axa ku ez pê dixebitim hezar sal e pê amûr tên çêdikirin. Di vê axê da hesin zêde ye. Di demên xwe yên vala da ez diçim vê axê derdixim û tînim dikanê. Avê didim axê û hasil dikim dixim herî. Paşê heriyê hildidim ser dezgeh û amade dikim. Dîz û kuzan qasî demekê li dikanê hişk dikim paşê diavêjim firinê û sor dikim."
Bozkurt got di rojê da 20- 25 dîzan çêdike û wan difroşe mişteriyên li Bazara Sergirtî ya Elezîzê.AA