Kalikê Sersalê kêfa zarokan anî

Zarokên Diyarbekirê bi diyariyên sersalê kêfxweş bûn.

Kalikê Sersalê kêfa zarokan anî

Sazbend Şaban Bingöl li ser medyaya civakî ji bo zarokan alîkariyan kom dike. Bingöl vê carê jî cılûbergên kalikê sersalê li xwe kirin, gund bi gund geriya û diyarî belavî zarokan kirin. Zarokên Diyarbekirî bi xelatan kêfxweş bûn .

Sazbend Şaban Bingol li navçeya Farqîna Diyarbekirê dijî.

Ciwanê bixîret ev 4 sal in ku bi saya xêrxwazan kêfa zarokên êtîm û feqîr tîne.

Şaban Bingol li ser medyaya civakî ji bo zarokên belengaz kampanyaya alîkariyê lidar xist û tûrikê xwe tijî kir.

Ciwanê bixîret ji bo sersalê jî sûprîzek kir. Bingöl di şiklê Kalikê Sersalê de gund bi gund geriya û diyarî dan zarokan.

Şaban Bingöl pêlîstokên cûr bi cûr belavî zarokan kir û yên ku rojbûna wan bû jî pasta da wan.

Zarokên Diyarbekirê bi diyariyên sersalê kêfxweş bûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE