Li Ercişa Vanê cilfiroşê bi navê Mevlüt Yeşilyurt, ji bo feqîran kampanyaya cilûbergên hilawestî an jî yên li ser esqiyê da destpêkirin. hewcedar tên û belaş ji xwe re cilên zivistanê dibin.
Li Ercişa Vanê bi hatina zivistanê re sir, seqem û sermayê dest pê kir.
Di zivistanê de hin feqîr hene ku nikarin ji xwe re cilên zivistanê bikirin
Cilfiroşê bi navê Mevlüt Yeşilyurt di mixazeya xwe de ji bo wan feqîran kampanyaya cilûbergên li ser esqiyê da destpêkirin.
Di çarçoveya kampanyayê de kesên ku hewcedariyên wan hene ji xwe re tên û bi awayekî belaş cilên zivistanê dibin.
Mevlüt Yeşilyurt dixwaze esnafên din jî ji bo alîkariya feqîran piştgiriyê bidin.