Li Sêrtê bi hevkariya miftîtî û weqfa diyanetê bi navê “bila mirov li ser riya xêrê be” kampanyayeke alîkariyê hat lidarxistin. di çarçoveya kampanyayê de pêşî alîkarî hatin berhevkirin, dûv re jî bi tiran ber bi sûriyê ve hatin şandin.
Li Sêrtê bi hevkariya Miftîtî û Weqfa Diyanetê ji bo mexdûrên Sûriyê kampanyayeke alîkariyê hat lidarxistin.
Navê kampanyayê jî “Bila Mirov li ser Riya Xêrê Be” bû.
Di çarçoveya kampanyayê de seranserê 17 rojan alîkarî hatin berhevkirin.
Dûv re amûrên wekî xurek, cil û berg û paqijiyê li 4 tiran hatin barkirin.
Her çar tir dûv re bi diayan ji bo Idlîba bajarê Sûriyê hatin birêkirin.