Kampanyaya “Bila Zarok Necemidin”

Li 225 xwendekarên biçûk cil û bergên zivistanê hatin belavkirin.

Kampanyaya “Bila Zarok Necemidin”

Weqfa Alîkarıyê ya Mirovî ‘İHH’ê, li Agiriyê ji bo xwendekarên biçûk kampanyaya “Zivistan Hat, Bila Zarok Necemidin” da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li 225 xwendekarên dibistana seretayî û zarokên biçûk cil û bergên zivistanê hatin belavkirin.

Weqfa Alîkariya Mirovî ÎHH li Agiriyê xebatên xwe yên alîkariyê didomîne.

Weqfê herî dawî bi navê “Zivistan Hat, Bila Zarok Cecemidin” kampanyayek da destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyayê de ewil alîkarî hat berhevkirin û dûvre pê cil û bergên zivistanê hatin standin.

Di nav alîkariyan de ji montan bigirin heta sol û lepikan gelek tişt hene.

Ev cil û berg paşê li 225 xwendekarên dibistana seretayî û zarokên biçûktir hatin belavkirin.

Rayedarên Şaxa ÎHHyê ya Agiriyê dibêjin ku dê ji bo xwendekarên din jî xebatên alîkariyê werin kirin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE