Kampanyaya hevkariya neteweyî

Borseya Bazirganiyê ya Şanliurfayê 150 hezar lîre da kampanyayê

Kampanyaya hevkariya neteweyî

Li çar aliyên Turkiyeyê tekoşîna li dijî vîrûsa koronayê dewam dike. Di vê çarçoveyê de welatî him piştgiriyê didin kanpanyaya hevkariya neteweyî, him jî xebat û alîkariyên cuda dikin.

Turkiye him li dijî vîrûsa koronayê li pey hev tevdîran digire, him kampanyayan li dar dixe, him jî xebatên alîkariyê dike.

Borseya Bazirganiyê ya Şanlıurfayê jî pişgirî da Kampanyaya Piştevaniya Neteweyî.

Borseyê di vê çarçoveyê de 150 hezar lîre da kampanyayê.

Li esnafên Kolika navçeya Adiyamanê jî piştgirî dan kampanyaya ku Serok Erdoğan da destpêkirin.

Di v çarçoveyê de esnafan 50 hezar lîre piştgirî da kampanyayê.

Her wiha esnafan ji bo alîkariya kumanyayê jî 50 hezar lîre dan Qeymeqamtiya Kolikê.

Li Midyata navçeya Mêrdînê jî xebatkarên Dadxaneya navçeyê bi awayekî maddî piştgirî dan kampanyayê.

Li Batmanê ji bo piştiriya tekoşîna li dijî vîrûsê Navenda Xizmetên Ciwanan a bajêr jî ket nav liv û tevgerê.

Di vê çarçoveyê de ji bo kal û pîran maske tên çêkirin û bi awayekî belaş tên belavkirin.

Li Hakkariyê jî hin ciwan di bin banê Navenda Xizmetên Ciwaniyê de ji bo xebatê hatin cem hev.

Ciwan ji bo çêkirina maskeyan ketin nav xebatekê.

Niha ciwan bi nivîsbara 3D'yê maskeyên parastinê çêdikin.

Ji bo çêkirina her maskeyekê 4 saetan dixebitin.

Welatî bi awayên cuda pişgiriyê didin tekoşîna li dijî koronayê.

Li Kanîreşa navçeya Bingolê esnafê bi navê Murat Tiryaki 10 hezar lîre deynên mişteriyên xwe jêbirin.

Tiryaki li ser vê got,"Ez dixwazim bi vî awayî piştgiriyê bidim tekoşîna li dijî koronayê."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE