Kampanyaya ji bo Emîrê 2 salî

Bi sedan kesî ji bo Emirê biçûk xwîn da...

Kampanyaya ji bo Emîrê 2 salî

Emir Aydın hêj 2 salî ye û li Kızıltepeya Mardînê dijî. Emirê biçûk nexweş ket û li gorî tespîtan pê re têrnekirina kombîne îmmûnê yanî lawazbûna xwînê heye û ji bo tedawiya wî gelek xwîn lazim e.

Dayîka wî Sevim û bavê wî Kamuran Aydın, ji bo peydakirina xwînê serî li Heyva Sor dan.

Heyva Sor a Tirkiyê jî ji bo Emir kampanyayek da destpêkirin.

Gelek Kızıltepeyî tevlî kampanyayê bûn û ji bo Emirê biçûk xwîn dan.

Ji bo ku Emirê 2 salî baş bibe divê tedawiya şaneya kokê jî bibîne. Ji bo vê jî malbata Aydın li benda alîkariyê ye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE