Kampanyaya kebaba bexşandî

Hewcedarên taxê bi saya bexşên xêrxwazan têr dibin.

Kampanyaya kebaba bexşandî

Gava dibêjin Edene, ewilî kebaba bajêr tê bîra mirov. Li Kozanê restoranekê ji bo hewcedaran kampanyayeke xwarinê da destpêkirin. Kesên tên xwarina xwe dixwin, dikarin heqê xwarina yekî hewcedar jî bidin.

Li Tirkiyeyê, li gelek taxan, gava mişterî ji dikanê nan dikirin ji bo hewcedaran jî li gorî derfetên xwe, heqê nan didin û datînin dikanê.

Ev kampanya ewilî bi nan dest pê kir… Lê li Kozana Edenê, li navenda kebabê mişteriyên vê restoranê kebabê dibexşînin.

Hewcedar gava birçî dibin tên li deriyê restoranê didin…Heke xwarina bexşandî hebe rûdinin, xwarina xwe dixwin.

Xwediyê restoranê, taxê baş nas dike. Bi saya vê yekê jî dizane kî hewcedar e kî nîn e û li gorî wê bexşa ku hatiye kirin digihîne cihê wê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE