Kampanyaya “keştiya pirtûkan”

Ji bo ku pirtûkên li dibistanan zêde bibin projeyek hat amadekirin

Kampanyaya “keştiya pirtûkan”

Li Şirnexê walîtî û miduriyeta perwerdeyê kampanyayek dan destpêkirin. bi vê yekê dixwazin ku pirtûkên li dibistanan bên zêdetirkirin û bal bê kişandin ser pirtûkxwendinê. 

Sala par li tevahiya welêt kampanyaya pirtûkan hatibû destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li bajêr 242 pirtûkxane hatin avakirin. 

Îsal jî kampanyayeke nû hat lidarxistin. Navê kampanyayê bexşandina pirtûkan a keştiya pirtûkan e. 

Di pirtûkxaneyên Şirnexê de 400 hezar pirtûk hene. Armanca kampanyayê ew e ku hejmara pirtûkan bibe 800 hezar. 

Bi vî awayî bal vê bê kişandin ser pirtûkxwendinê. Ciwan wê ji telefon, tablet û înternetê berê xwe bidin kitêban. 

Li Şirnexê û li tevahiya welêt wê kampanyayên bi vî rengî dewam bikin. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE