Kampanyaya “Nanê Daliqandî”

Bi kampanyayê ji niha ve gelek feqîr nanê xwe belaş dibin malê...

Kampanyaya “Nanê Daliqandî”

Li Midyada Mêrdînê bi hevkariya şaredarî û konseya navçeyê bi navê “Nanê Daliqandî” kampanyayek dest pê kir. Gelek xêrxwaz bi dilê xwe piştgiriyê didin vê kampanyayê. Bi xêra kampanyayê kesên feqîr nanê xwe belaş dibin mala xwe.

Bi hatina Remezanê li gelek bajarên welêt kampanyayên alîkariyê dest pê kirin.

Yek ji wan kampanyayan jî li Midyada Mêrdînê tê birêvebirin.

Şaredarî û Konseya Navçeyê bi biryarekê bi binavê “Nanê Daliqandî” kampanyayek dan destpêkirin.

Bi kampanyayê ji firûnan nan tên kirîn û ji bo feqîran di nav tûrikan de tên daliqandin.

Kesên hewce jî ne bi kesî re xeber didin ne jî tiştekî din û ji firûnan nanê belaş dibin mala xwe.

Welatiyên dixwazin jî dikarin li gorî qeweta xwe destekê bibin.

Hat eşkerekirin ku wê kampanya heta dawiya Remezanê dewam bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE