Kampanyayên ji bo mamosteyan

Di 24ê Mijdarê roja mamosteyan de wê gelek fîrma ji bo mamosteyan erzaniyê bikin...

Kampanyayên ji bo mamosteyan

Sibê roja mamosteyan e. di nav hefteyê de ji bo mamosteyan dê gelek kampanya werin lidarxistin. bi boneya vê rojê dê gelek fîrma ji bo mamosteyan erzaniyê bikin. li aliyê din dê êdî mûzexane û cihên turîstîk ji mamosteyan rebelaş bin.

Beriya 24ê Mijdarê roja mamosteyan Wezareta Perwerdeyê da zanîn dê ji bo mamosteyan kampanyayên taybet pêk werin.

Ji wan kampanyayan hinek jî ev in.

Bîlêtên trên û balafiran wê ji bo mamosteyan erzantir bin.

Têketina mûzeyan û înternet û axaftina telefonên mobîl wê belaş û bêsînor be.

Di bîlêtên trênên bilez de wê ji sedî 50 erzanî pêk were.

Ptt wê serwîsa postayên lezgîn û xizmetên kargoyê de ji sedî 30 erzaniyê bike.

Ev her du kampanya dê di navbera 24 û 30ê Mijdarê de pêk were.

Herwiha THY û Anadolu Jet heta 31ê Adara 2019an bîlêtan ji sedî 25 erzan bide mamosteyan.

Li mûze û deverên turîstik jî mamoste dê karibin belaş bigerin.

Li aliyê din fîrmayeke operatora mobil di 24ê Mijdarê de seranserê rojê înternet û axaftinê belaş bike.

Axaftina di nav heman şebekeyê de jî wê hefteyekê belaş be.

Dîroka nûkirinê: 23 Mijdar 2018, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE