Kaniyagûzê ya li Derika Çiyayê Mazî ev 85 sal in nemiçiqiye. Niştecihên gund her roj diçin kaniyê, biroş û satilên xwe ji wir tijî dikin.
Ev der Taxa Kaniyagûzê ya Derika Çiyayê Mazî ye…
Kanî di 1935an de hatiye çêkirin.
85 sal in zûha nebûye û diherike.
Zar û zêç, jin û mêr…
Her roj bi biroş û satilên xwe diçin kaniyê û firaqên xwe bi ava hênik tijî dikin.
Pişt re wê ava sar dibin li malên xwe him vedîxwin him paqijiya xwe pê dikin.