Li Pilûra Dêrsimê li qûntara çiya Parka Geliyê Munzûrê heye. Parka Neteweyî bi ava çem û bi avên xwe yên ji binê erdê dizên bala her kesî dikişîne ser xwe.
Li aliyekî Çemê Munzûrê diherike, li aliyê din ji kaniyan ava wekî camê zelal dizê.
Ev dîmen ji Parka Neteweyî ya li Pilûra Dêrsimê ne.
Parka Neteweyî li Geliyê Munzûrê ye û li qûntara çiyayên bilind ên herêmê cih digire.
Parka neteweyî bi xweza û ava xwe ya wekî berfê bala turîst û welatiyan dikişîne ser xwe.
Park nêzîkî Pilûr û navenda bajêr e.
Ji ber vê jî bi taybetî di van deman de gelek kes berê xwe didin parkê.