Kar û barê kevnar; palankarî

Li Ömerliyê palankarê dawî digel teknolojiyê karê xwe didomîne

Kar û barê kevnar; palankarî

Zemanên berê ku wesaîd kêm bûn, veguhastin bi hesp, hêstir û keran dihat kirin. ji bo wan jî kurtan û palan hewce bûn. lewma palankarî karekî hewce bû. bi pêşketina teknolojiyê hewcedarî bi wan nema û palankarî jî têk çû. li mehserta mêrdînê digel teknolojiyê palankarê dawî hasip örk kar û barê xwe didomîne.

Cur bi cur qûmaşên xemlandî...

Reng bi reng kemerên xurt...

Û dirûneke bi zehmet...

Bi kedeke mezin kurtan û palan tên çêkirin.

Zemanên berê ku bi hesp, hêstir û keran veguhastin dihat kirin, palan gelek hewce bûn.

Gelek kesan palankarî dikirin.

Lê bi pêşketina teknolojiyê, bi zêdebûna navgînên veguhastinê hewcedarî bi wan nema.

Ji ber vê jî palankarî hema hema nema.

Li Mehserta navçeya Mêrdînê palankarê dawî Hasip Örk hêj kurtan û palanan çêdike.

Hasip Örkê 41 salî û bavê 5 zarokan, 23 sal berê li bal bavê xwe hînî vî karî bûye.

Bi saya mişteriyên ji gundan hêj karê xwe didomîne.

Karê wî li gorî berê gelek kêm bûye.

Êdî tu kes tune ye ku hînî vî karî bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE