Kar û barên di wextê şewbê de

Karker li rezan li gorî rêzikên şewbê dixebitin

Kar û barên di wextê şewbê de

Li her derê gel ji bo tendurisitiya xwe guh dide rêzikên şewbê. di şewbê de çi qas ji destê mirov were divê mirov ji hev dûr isekine. li Beytuşebaba Şirnakê welatî li gorî rêzikan li rezan dixebitin.

Bi hatina mehên biharê demsala rezan dest pê kir.

Lê rêzikên şewba koronayê gelek girîng in û divê mirov guh bidê.

Li Beytuşebaba Şirnakê gundî ji hev 2 metre dûr disekinin û wisa rezan dikolin.

Danê sibê dest pê dikin û heta ber êvarê dixebitin.

Wisa hewl didin ku beriya meha remezanê karê xwe biqedînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE