Karê bav û kalan

Bi saya aşê tehînê zarokên xwe dide xwendin...

Karê bav û kalan

vanê tehînê yê Silopîyî Salih Ünal 7 zarokên xwe bi keda destên xwe xweyî kirin û ew dane xwendin. Her çiqas emrê wî mezin be jî hêj li ser karê xwe ye û hêj jî bi şev û roj dixebite. Aşvan dibêje bi saya vî îşî em debara mala xwe dikin û zarokên xwe didin xwendin

Bi pêşveçûn û hîlberîna alav û amûrên teknîkî, gelek tiştên çandî û hunerî tên jibîrkirin û winda dibin û diçin…

Lê aşvanê bi navê Salih Ünal ku li Silopiya Şirnexê dijî li ber xwe dide û karê bav û kalan didomîne.

Ünal ev 40 sal in aşa avê dişixulîne û bi saya vê aşê debara mala xwe dike.

Ünal bi vî karî 7 zarokên xwe dane xwendin û 4 ji wan şandine zanîngehê.

Di aşa tehînê de rojê 120 kîlo tehîn tê çêkirin û kîloya wê jî bi 35 lireyî tê firotin.

Ji gelek bajarên din jî welatî tên vê aşê û tehîna xwe ji virê dikirin.

Ünal û zarokên wî dibêjin bila ev mîrateya bav û kalê wan winda nebe û bigihêje zar û neviyan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE