Karê bav û kalan

Gelek malbat bi saya aşê tehînê debara mala xwe dikin

Karê bav û kalan

Bi pêşveçûn û hilberîna alav û amûrên teknîkî re gelek tiştên çandî û hunerî tên jibîrkirin û winda dibin. Lê qer an jî aşvanên ku li Cizreyê dijîn li ber xwe didin û karê bav û kalan didomînin. Ew dibêjin bila ev mîrateya bav û kalê wan winda nebe û bigihêje zar û neviyan.

Bi pêşveçûn û hîlberîna alav û amûrên teknîkî, gelek tiştên çandî û hunerî tên jibîrkirin û winda dibin…

Lê qeraşên ku li Cizreyê dijîn li ber xwe didin û karê bav û kalan didomînin.

Ev aşê kevnare 150 sal in dişixule û bi saya vî aşî gelek kes debara mala xwe dikin.

Di aşê tehînê de rojê nêzî 150 kîlo tehîn tê çêkirin û kîloyê wê jî bi 45 lireyî tê firotin.

Çêkirina tehînê ji bav û kalên xwe hîn bûne û tehînê wan a organîk ji bo tendirustiyê gelek baş e.

Ji gelek bajarên din jî welatî tên vî aşî û tehîna xwe ji vir dikirin.

Çêkirina tehînê ji heyva îlonê dest pê dike û heya heyva gulanê dewam dike..

Aşvanên Cizreyî dibêjin bila ev mîrateya bav û kalê wan winda nebe û bigihêje zar û neviyan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE