Karê bav û kalan

Ji Stenbolê vegeriya Derikê û niha dimsê çêdike...

Karê bav û kalan

Li navçeya Dêrika Mêrdînê bi usûla berê çêkirina dimsê hêj jî dewam dike. Hin welatî jî ji bo karê bav û kalan bidomînin vedigerin navçeyê.

Beriya 37 salan dev ji ax û ava xwe berda û bi salan li Stenbolê jiya.

Piştre jî ji bo xwedî li erd û rezê xwe derkeve vegeriya Dêrika navçeya Mêrdînê.

Navê vî welatiyî Zekeriya Sabuncuyê ye.

Zekeriya piştî hat ser milkê xwe ewil şitlên nû danîn dûvre jî dest bi çêkirina berhemên wan kirin.

Bi vî awayî Sabuncuyê Ermenî him debara xwe dike him jî karê bav û kalan dide dewamkirin.

Bi cureya tiriyê Mezrone her sal ji xwe re gelek dimsa xweş û xwezayî çêdike.

Dîroka nûkirinê: 25 îlon 2019, 17:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE