Karê çapxaneyê yê berê

Bi teknolojiya berê rojname çap dikin.

Karê çapxaneyê yê berê

Li Şanlıurfayê Mahmut Kakız bi teknolojiya berê rojname çap dike. 40 sal beriya niha di zarokatiya xwe de dest bi karê çapxanê kiriye û dev ji makîneyên wê demê bernedaye.

Li Şanlıurfayê Mahmut Kakız 40 sal berê di zarokatiya xwe de dest bi karê çapxaneyê kiriye.

Bi salan şûnde ligel birayê xwe Yaşar Kakız çapxaneyek ava kiriye.

Di van rojên ku teknolojî gelek bi pêş ketiye, ew hêj bi makîneyên berê çapê dike.

Ew li Şanlıurfayê rojnameyekê çap dikin. Ji ber pêşketina înternetê xwendina rojnameyên çapkirî jî kêm bûye.

Niha li çapxaneyên kêm rojname, pirtûk, vexwendname û her wekî din tên çapkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE