Li Meletî êdî tu kesê ku hesinkariyê dike nemaye. Li bajêr êdî ev pîşe li ber mirinê ye. Hosteyê salan Mustafa Demirci jî ji hosteyên dawî ye û dixwaze hesinkarî bê teşwîqkirin.
Mehmet Demirci li Meletî ev 50 sal in hesinkariyê dike.
Li sûka Meletî bi saya hosteyê jêhatî ocaxa hesinkariyê tê dadan û dengê çakûçan olan dide.
Mustafa Demircî dibêje ku êdî tu kes li vî karî xwedî dernakeve.
Ji çend hosteyan dawî ye, û ev 50 sal in bi çakûçan şikl dide hesinê.
Demirci dixwaze ku xwedî li vê zinaetê bê derketin. Ku ev pîşe piştî wî jî bidome.
Hosteyê jêhatî dibêje ku ev kar ji Hezretî Dawût ji hesinkaran re maye.