Karê hesinkariyê xilas dibe

Hosteyên dawî ji bo hesinkarî dewam bike li ber xwe didin...

Karê hesinkariyê xilas dibe

Li Nîzîpa Entabê êdî tu kesê ku hesinkariyê dike nemaye. Li bajêr êdî ev pîşe xelas dibe. Alî Atak jî ji hosteyên dawî ye û dixwaze hesinkarîteşwîqkirin.

Li sûka Nîzîpê hindik be jî hêj dengê çakûçên hesinkaran olan didin.

Ji ber makîne û teknolojiyê hema bêjin hesinkarî nema ye.

Ji çend hosteyan yek jî Alî Atak e û ev 50 sal in hesinkariyê dike.

Atak dibêje piştî me tu kes tune vê pîşeyê bidomîne.

Hosteyê jêhatî dibêje ji bo hesinkarî li ser piyan bimîne divê were teşwîqkirin.

Hoste Ali Atak got, ‘’Berê hesinkar gelek bûn. Lê niha ew hesinkarên berê çûn. Em mane lê piştî me wê kî vî karî bike nizanim. Wekî kelhenekan nesla me jî qeliya. Bila me biparêzin.’’

Welatî jî di şûna berhemên fabrîkayê deyên destê hosteyan dixwazin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE