Nalbendî jî yek ji kar û pîşeyên li ber jibîrkirinê ye. Li Kercosa Batmanê bi tenê nalbendek heye. Ew dibêje ji ber ku teknolojî pêş ve diçe, êdî hewcedarî bi nalbendan nemaye û ev kevneşopî wê bê jibîrkirin.
Bi pêşkatina teknolijiyê re hin kar ji holê radibin. Ji van yek jî pîşêya nalbendiyê ye.
Li herêmê kesên ku nalbendiyê dikin gelek kêm in. Lewra êdî wekî berê hewcedarî bi nalbendan tune ye.
Li Kercosa Batmanê bi tenê nalbendek maye. Ew jî hewl dide ku li hemberî teknolojiyê ber xwe bide.
Her çiqas karê nalbendiyê li ber xelasbûnê be jî hin kes tên vir û hespên xwe nal dikin.
Daxwaza wan ew e ku ev kevneşopî neyê jibîrkirin.