Li Mûşê kar û xebata sobefiroşan ber bi payîzê ve zêde bû. Ji ber ku zivistan zû tê herêmê, sobefiroş ji niha ve bi şev û roj dixebitin.
Gava dibêjin zivistan ewilî berf û sermaya Serhedê tê bîra xelkê.
Ji ber ku li herêmê zivistan zû dest pê dike û bi mehan berf li erdê dimîne; haziriya zivistanê jî di dawiya havînê de dest pê dike.
Li Mûşê welatiyên ku dixwazin ji niha ve haziriya xwe bikin berê xwe dan sûka hesinkaran û ji xwe re sobeyan dikirin.
Hema hema ji sedî 60ê xelkê Mûşê li gundan dijî û zivistanan bi sobeyan germ dibin.
Ji bo vê jî karê sobefiroşan ber bi payîzê ve zêde dibe.