Xwîşkek û birayek.. Navê yekê Axîn navê yekî Berat e… Emrê wan bıçûk e, lê karê ku dikin pir mezin e. Xwîşk û bira li zozanan şivaniyê dikin.
Jiyana wan ji hemsalên wan cuda ye û barê wan ji yên din girantir e.
Axîna 10 salî û Beratê 8 salî bi malbata xwe re li zozanê Faraşînê dijîn. Jiyana wan ji dûr ve xweş û balkêş xuya dike lê gelek zor û zehmet e.
Emrê wan biçûk e lê; karê ku dikin ji wan mezintir e. Şivaniyê dikin lê karê ku dikin nayê ber çavê wan.
Bi tenê dixwazin li zozanan zarokên din jî hebin û bi wan re bilîzin.