Li Kızıltepeya Mardinê, li baxçeyan fistiq tên berhevkirin. Gundiyên ku li şûna ceh, genim û garis, fistiq çandin bi qezenca xwe gelek kêfxweş in.
Ji bav û kalan vir ve, heta 2-3 sal berê jî vê ev erd, zeviyên ceh, genim û garis bûn.
Lê cotkarên Kızıltepeyi êdî li van deran fistiqan digihînin.
Him ax bibereket bûye him jî qezenca ku ji fistiqê tê zêdetir e.
Niha li herêmê, pale li nav baxçeyan, fistiqan berhev dikin.
Berhevkirina darên fistiqan jî, mîna xwedîkirina wan zehmet e.
Lê ji bo ku qezenca fistiqan baştir e, li herêmê hêdî hêdî cotkar berê xwe didin fistiqê.