Wek tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê li Mûşê 12 gund û tax hatibûn karantînakirin. Karantînaya 5 deveran qediya û 7 gund hêj di karantînayê de ne.
Ji bo ku hatûçû kêm bibe û kesên pozîtîf derbasî deverên din nebin li Mûşê 12 gund û tax hatibûn karantînakirin.
Piştî 15 rojan karantînaya li ser 5 deveran hat rakirin.
Li gundên bi ser navendê yên Yolgözler, Nahiye, Ziyaretê, Rasûlan û Alîgedûkê û li taxa Şehit Yücel Kurtoğluyê jiyan bi temamî asayî dibe.
Qedexeya hatinçûnê rabû û niha gundî ji bo pêdiviyên xwe dikarin derkevin derve.
Herwiha li bajêr hêj 7 gund û tax di bin karantînayê de ne.
Heta demekê wê karantînaya li wan deran jî dewam bike.