Li Mûradiyeya Wanê xwendekar û mamosteyên Lîseya Îmam Xetîbê ya Anadoluyê xwestin bi çalakiyeke taybet balê bikişînin ser masiyên Behra Wanê yên endemîk. Hezar û 200 xwendekarî di çalakiyê de kareografiyeke taybet çêkir.
Li herêma Wanê ji bo parastina masiyên Behra Wanê çalakiyên taybet tên lidarxistin. Çalakiya herî dawî li navçeya Mûradiyê hat lidarxistin.
1200 xwendekarên Lîseya Îmam Xetîbê pêşî ketin pey hev û heta ber Cobara Benda Masiyan a li nêzî navçeyê meşiyan.
Dûv re bi kareografiyeyeke taybet bal kişandin ser masiyên Gola Wanê. Kareografiya xwendekaran di şiklê masiyan de bû.
Her wiha di çalakiyê de ji aliyê hunermendên herêmî ve jî stran hatin gotin, govend hatin gerandin.