Kargehên tovên bİsertifîka

Mesrefê cotkaran kêm bû berketa wan zêde bû.

Kargehên tovên bİsertifîka

Cotkarên herêmê bi saya tovên bisertifîka êdî çandiniya xwe bi tovên îthal nakin. Hem mesrefê cotkaran kêm dibe, hem bereketa axê zêde dibe. Di ser de jî hikûmet piştgiriya mehsûlan dide.

Herêma başûrrojhilatê anadolê embara dexl û qutê Tirkiyê ye.

Li ser axa bibereket çinîna dexlan bi dawî bû. Lê vê carê ji bo serdemeke din haziriyê dest pê kir.

Ev amedehî jî berhevkirina tovên baş e.

Lewra edî ji xeynî TÎGEM’ê sektora taybet jî dest bi xebatên hilanîna tovên bi sertifîka dike.

Bi piştgiriya wezareta çandinî û daristanan li Diyarbekirê jî 39 kargehên taybet hilberîna tovên dan û dexlan dikin.

Li Diyarbekirê li ser 597 hezar donimî çandiniya tovên bisertifîka hat kirin û 150 hezar ton mehsûl hat hilberîn.

Li kargehan tovên baş û biqalîte di laboratuaran de ji hev tê veqetandin.

Pişt re tovên ku tên dermankirin ji bo çandiniye tên depokirin.

Cotkar ji helberîna tovên biqalîte kêfxweş in. Lewra qezenca wan 3 qat zêde dibe.

Hikûmetê jî 250 milyon lîre piştgiriya tovên sertifîka da cotkaranên Amedê.

Fîrmaya Meyayê hem tovê bikalîte dide cotkarên herêmê hem jî îxraç dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE