Karkerên demsalî hêdî hêdî vedigerin malên xwe

Karkerên demsalî hêdî hêdî vedigerin malên xwe

Karkerên demsalî yên ji bo debara xwe bikin biharê Şanliurfa di serî da ji bajarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê diçin çar aliyê Tirkiyeyê hêdî hêdî vedigerin malên xwe.

Şanliurfa piştî Konya û Enqereyê bajarê sêyemîn e ku lê eraziyên çandiniyê zêde ne. Lê ji ber ku di çandiniyê da makîne û alav zêde tên bikaranîn hewcedariya karkeran kêm çêdibe. Ji ber vê welatiyên li vir dijîn wek karkerên demsalî diçin bajarên din ên rojavayê dixebitin.

Dema dibe bihar karkerên demsalî Konya, Edene, Hatay, Meletî, Eskîşehir, Enqere, Bursa, Manîsa, Mersîn, Nîgde, Tokat, Osmaniye û Amasya di serî da diçin 58 bajarên Tirkiyeyê û di baxçe û zeviyan da dixebitin.

Karkerên demsalî li van bajaran çandiniya pembû, sîr, pîvaz, fistiq, mişmiş, pincar, kartol, tûfrengî, îsot, fasulye, dendik, zebeş, firingiyên sor, sêv, tirî û findiqan dikin.

Li van bajaran karker di nav şert û mercên zehmet da dijîn, di konan da dimînin û rojane 80 an jî 100 lire pere distînin.

Dema meha îlonê tê karker hêdî hêdî vedigerin malên xwe ku ev vegera wan heta meha mijdarê dewam dike.

- Li Şanliurfayê 163 hezar karkerên demsalî yên qeydkirî hene

Ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) par destûr nehat dayîn ku karkerên demsalî bi belgeyên seyahetê va bajêr biguherînin. Ji ber vê yekê hejmara wan hat tesbîtkirin û ew hatin qeydkirin.

Li gor vê li Şanliurfayê 163 hezar karkerên demsalî yên qeydkirî hene ku ew diçin 58 bajaran.

- "Serê meha adarê ji bajêr diçin"

Endamê Hîndekariyê yê Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Heranê Prof. Dr. Şevket Okten ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, li hemû dinyayê û li Tirkiyeyê karkerên çandiniyê yên demsalî ji bo hilberîna çandiniyê pir girîng in.

Okten diyar kir, wan li ser van karkeran xebata akademîk kir, wan digel 644 kesan hevdîtin pêk anî û wiha dewam kir:

"Li hemû ciyên ku hilberîna çandiniyê heye, em rastî karkerên çandiniyê tên. Karekî pir zehmet e. Serê adarê ji memleketê xwe derdikevin, li gorî cure û demsala hilberînê diçin gelek parêzgehên Tirkiyeyê. Di xebata me da jî zêdeyî 50 parêzgehî derketin. Rawestgehên hin malbatan diyar in, ji derdikevin diçin Meletiyê karê mişmişan, dû ra diçin karê kartol û pîvazan. Heger vegerin, ev kar heya meha mijdarê dewam dike. Lê van dawiyan guherînek çêbû ku salek, 2 sal, 3 salan dimînin an jî bi temamî li wir bi cih dibin. Gava mirov lê mêze dike, mirov dibîne ku bi piranî ew kes in ku asta wan a perwerdeyê nizim e û pîşeyekî wan tuneye. Rêjeya nexwendayan zêde ye.

Her wisa piraniya însanên ku me bi wan ra hevdîtin kir, gava malbatên wan li ser vî karî bûne, hatine dinyayê. Wate di nava vî karî da tên dinê û lewma bi xwe jî vî karî didomînin. Bi malbatî diçin, em bi piranî rastî cureya malbatên teng hatin."

Okten bal kişand, hejmara herî zêde ya karkerên demsalî li Rihayê ye û sedema wê jî ew e ku însanên bêxak herî zêde li vir dijîn û di dabeşiya mulkiyeta xakê da hevsengî tuneye.

Okten diyar kir, ji bo ku meriv pirsgirêka karkeriya çandiniyê ya demsalî çareser bike, divê meriv li cî û warên ku ev kes lê dijîn, wan têxe karekî. Okten got ku heke pêşî li ber vê neyê girtin, divê meriv li bajarên ku karker lê dixebitin ji perwerde, tenduristiyê bigirin heta pereyê ku distînin divê meriv şertên wan baştir bike.

- "Em ji bo debara xwe çûn"

Malbata Aslantay ku 5 zarokên wan hene, li Ortakoya navçeya Aksarayê hilberîna çandiniyê kuta kir û ji bo çûyînê minîbusek kirê kir. Malbatê çadira ku tê da diman û eşyayên xwe li minîbusê bar kirin û vegeriyan mala xwe ya li taxa Taylicayê ya li Herana navçeya Şanliurfayê.

Cuma Aslantay diyar kir ku wan bi wasiteya eqrebayên xwe li Ortakoyê kar dît û ev 2 sal in wekî karkerên çandiniyê yên demsalî diçin wê derê û wiha dewam kir, "Di meha gulanê da ez bi 7 serî kilfet va çûm Ortakoya Aksarayê û me silq û kundir çape kirin. Em ji bo debara xwe çûn, 4 mehan li wê derê man, niha jî em hatin mala xwe. Em ê li vê derê karê pembû bikin, wekî din dahata me tuneye. Em li wê derê di çadirê da diman. Em li ber bahoz, şilî, şopeyê û di nav heriyê da dijîn û li pey nanê xwe ne."

Aslantay diyar kir ku di nêzî 4 mehan da wan 20 hezar lire qezenc kir, 4 hezar lire çû mesrefa wan a rê, ew ê bi yê mayî debara xwe bikin.

- "Dema ku dibistan vebûn em hatin"

Hîkmet Aslantay jî bi eqreba û 10 serî kilfetê xwe va li Aksarayê xebitî û paşê vegeriya mala xwe. Aslantay diyar kir ku ew ji bo debara xwe derketin xurbetê.

Aslantay daxuyand ku ew berê ji bo bi tena serê xwe pere qezenc bike, çû bajarên cuda cuda û wiha dewam kir, "Ez berê tenê diçûm, min zar û zêç bi xwe ra nedibirin. Ez bi tena serê xwe pê ra nagihînim, ji bo ku alîkariya min bikin, min zarokên xwe jî bi xwe ra birin, em bi hev ra xebitîn. Li vê derê karê me tuneye. Li wê derê karê me qediya, dema ku dibistan vebûn, em hatin. Zarok dixwazin herin dibistanê."

Ayşe Aslantayê jî got ku ew li ser zeviyê hinekî alîkariya mêrê xwe û zarokên xwe dike û paşê di çadirê da xurek çêdike û paqijiyê dike. Ayşeyê got ku zehmet e meriv ji mala xwe û eqrebayên xwe dûr bikeve.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE