Karkerên demsalî:Ji bajarên cuda hatin, havînê bi şev û roj dixebitin

Karkerên demsalî her sal dema karê çandiniyê dest pê dike ji bajarên cuda dikevin rê.

Karkerên demsalî:Ji bajarên cuda hatin, havînê bi şev û roj dixebitin

Heyama dirûnê dest pê kir û karkerên demsalî îsal jî ji bajarên cuda hatin Mûşê. Digel hewaya germ bi şev û roj dixebitin. Karker ji serê sibê heta êvarê li zeviyan çapê dikin.

Karkerên demsalî her sal dema karê çandiniyê dest pê dike ji bajarên cuda dikevin rê.

Ji bajarên wek Amed, Batman, Riha, Mêrdîn, Entab û Meraşê ji bo debara xwe hatin Mûşê.

Karkerên ku ji 10 bajarên cuda hatine û 500 kes in li Deşta Mûşê û li navçeya Milazgîrê çapê dikin.

Serokê Odeya Zîraetê ya Mûşê behsa karkerkeriya demsalî kir û got îsal çandinî baştir e.

Karkerên ku digel zor û zehmetiyê dixebitin carna stranên ji hev xweştir jî dibêjin.

Karkerên demsalî dê heta payîzê li van deran bişixulin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE