"Karwana diyariyan" li herêmê bajar bi bajar digere. Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên civakî ji bo zarokên di şewbê de li malên xwe ne diyariyan belav dike. Karwan herî dawî li Şirnak û Siirtê bû.
Projeya Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî "Karawana Diyariyan" ji bo zarokên di şewbê de, di mal de mane diyariyan belav dike.
Karwan li herêmê li 14 bajaran digere.
"Karwana Diyariyan" li Şirnakê li gorî tevdîrên şewbê merasîmeke biçûk li dar xist.
Li vir diyariyên 3 zarokan hatin dayîn û yên zarokên din jî wê li malên wan bên belavkirin.
Piştî Şirnakê "Karwana Diyariyan" çû Siirtê.
Li vir ligel rayedarên bajêr, ekîba Karwanê bi merasîm xelatên zarokan belav kirin.
Zarokan bi melzemeyên lîstikê lîstin.
"Karwana Diyariyan" piştî Siirtê wê biçe Batman, Mardîn û Diyarbekirê.