Li Elazığê di qezayekê de piyê kûçikekî ji 2 deran şikest. Kûçikê reben hat emeliyatkirin. Baytar dibêjin ew ê di demekê kin de baş bibe û wekî berê bimeşe û bibeze.
Li navenda Elazığê wesaîtekê li kûçikekî xist û ew birîndar kir.
Welatiyên xêrxwaz hema ew birin nexweşxaneya heywanan a şaredariyê.
Baytarên şaredariyê û Zanîngeha Firatê piştî mudaxaleya ewil çi hewce be kirin.
Baytara Şaredariya Elazığê Vesile Tutcugil got, “Rewşa wî gelek giran bû. Piyekî wî ji 2 deran şikestiye. Divê bê emeliyatkirin. Bawer im operasyon wê 3 seatan dewam bike.”
Rewşa kûçik ber bi başbûnê ve diçe û ew ê 20 rojên din li virê di bin kontrolê de bimîne.
Piştî baş bû jî ê dîsa bê berdin.