Keça wî ya 19 salî emrê xwe li nexweşxaneyan derbas kir

Keçika 19 salî ji ber neçariyê nikare emeliyat bibe, li benda alîkariya xêrxwazan e

Keça wî ya 19 salî emrê xwe li nexweşxaneyan derbas kir

Temenê wê piçûk e lê ji emrê xwe zêdetir emeliyat derbas kirin. Esma Aslana ji Tatvana Bitlisê divê careke din ji qelbê xwe emeliyat bibe. Lê derfetên malbata wê tune ne û ji bo emeliyatê 200 hezar lîre lazim e. Malbata neçar niha li benda alikariya xêrxwazan e.

Esma Aslan 19 salî ye lê emrê xwe li nexweşxaneyan derbas kir.

Di vî emrê xwe yê piçûk de 20 caran ji qelbê xwe emeliyat bû.

Lê dîsa Esma nehat ser hemdê xwe, divê careke din emeliyat bibe.

Ji bo emeliyatê 200 hezar lire hewce ye lê di dest malbatê de îmkan nînin.

Malbata Esmayê ji ber neçariyê li benda alîkariya xêrxwazan e.

Walîtiya Bitlisê destûra berhevkirina pere da, heke pere bê berhevkirin wê Esma emeliyat bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE